Serok Bush dibêje Amerîka û Panama gelek nêzîk bûne bo rêkeftineke bazirganîyeke azad navbera her du welatan.
Serok Bush ev têbînîye dan di konferanseke rojnamevanî de digel serokê Panama Martin Torrijos evro, roja Duşembî, piştî kombûna herdu rêberan li bajêrê Panama. Herdu serok li ser berfireh kirina kanala Panama axiftin ku Amerîka avakiribû.
Serok Bush roja Duşembî çûbû seredana kanalê û risteke gula li ser goristaneke Amerîkî dana ku gelek karger û karmendên Amerîkî li wirê hatine veşartin di wextê çêkirina kanalê da.