Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Fransayê şeva herî xirab ya şer û agirî


Fransayê şeva herî xirab bihorand li Yekşemê ji destpêka alozkarîyên dewrûberên Parîsê berî du heftîyan û virda û Duşemê mirovek bû yêkemîn qurbanîyê wan şer û lêkdanan.

Beşdarên wan bûyeran şeva Yekşemê 1,400 otomobîl şewitandin û bi dehan polîs birîndar kirin; polîsan jî 400 kes girtin. Ew şer û avrêşe her roj bi roj tundtir bûyne tevî wê soza serokê Fransa Jaques Chirac ku hikûmet dê rewşê serrast bike û kesên ku dest digel wan bûyeran de heye bikêşe dadgehê.

Şareza dibêjin ew kesên henê bi giştî xortên reşên Ereb ji Bakura Efrîqayê ne û bi wê tundutijîyê dixwazin kela xwe bînin ziman li dijî nijadperestîyê û bêkarîyê.

Lê Wezîrê Derve yê Fransa Philippe Douste-Blazy ji wêzîrên derve yên Yekîtîya Ewropayê re got welatê wî ne bi xeter e û nîjadperest nîne.

XS
SM
MD
LG