Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa hatin û çûn vebir kiriye bo rawestandina alozkarîyan


Hikumeta Fransî ferman da ku bişev derketina derve bête qedexe kirin da ku karibin wan alozkarîyên ku nêzî du heftîyane didomin rawestînin.

Wezîrê kar û barên hundurîn Nicolas Sarkozy got fermana ku desthilatê dide karbidestên herêmî, roja Sêşemê di civîna wezîran de ya bi rêberîya serokê Fransa Jacques Chirac hatîye dan.

Ew pêngav hate avêtin piştî 12 şevên bi alozkarîyên xortên misilman yên ku bi eslê xwe ji bakura Efrîqayê ne û ku mafê wanî dengdanê ji wan hatîye stendin. Wan xortan li bajêrên Toulouse, Strasbourg û Lille agir bi xanî û bi otomobîlan xistibûn.

Serok wezîr Dominique de Villepin roja Duşemê got dîyar e wê hikumet daxuyanîyê bide li ser wan pisgirêkên wek bêkarîya gelek gêncan û firq û cudahîya di navbera kêmanîya bi esil ne Fransî û kêmasîyên di xwendinê de ku bi gotina gelek Fransîyan ev tev egerên tundutujîyan in.


Alozkarîyan di 27ê meha 10 de destpêkiribûn piştî ku hate bihîstin ku du xortên misilman bi çewtî ketine ber ceryanê dema xwe ji ber polîsan vedişartin li dezgeheke elektrîkê de li derveyê Parîsê.



XS
SM
MD
LG