Karbidestên hilbijartinan yên Efxenîstanê ragihandina encamên hilbijartinên parlamentoyê yên li 18yî meha Îlonê dîsa paşve da.
Ew Desteya Hevbeş ya Rêvebirina Hilbijartinan dibêjît egera wê gîrobûnê îddîayên hîle û nerêkîyên belav li başûra Efxenîstanê ne.
Çaverê dihate kirin ku wan ew encam li roja Çarşembî ragihandiban, lê niha dibêjin ew ragihandin dê li van çend rojên tên bête kirin.
Li dû encamên pêşîn ji wê dengdanê yên meha bihorî, civata jêrîn ya parlamentoyê ya 249-endamî dê bikevîte destê axa û Mujahîdên berê.