Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok û rêberên dinyayê êrişên Emmanê mehkûm diken


Serok Bushî îro telefona Şahê Irdûnê Ebdillahî kir û xema xwe û daxwaza serxweşîyê pê ragihand. Birêz Bushî li daxûyaneke Çarşembî soza alîkarîya Amerîka da ji bo girtin û dadkirina berpirsîyarên wan êrişan.

Komkara Dewletên Ereb û Civata Hevkarîya Welatên Kendavê bi tundî ew êriş şermizar kirin. Civata Welatên Kendavê got ew kiryarên hov digel bihaûnirxên olî û mirovanîyê naguncin, û wê rêkxistîyê dîsa redda tundrêyîyê, zebrûzordarî û terorê dubare kir.

Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yekgirtî pêwîstîya şerrê li dijî terorîzmê dubare kir û got terorîzm yêk ji gegên herî micid e li dijî aştî û tenahîya navneteweyî. Sekreterî Giştî yê Neteweyên Yêkgirtî Kofî Annan dê roja Eynî biçîte Emmanê û Şahê Irdunê Ebdillah û karmendên Neteweyên Yêkgirtî bibînît.

Rêvebirê rêbaza derve ya Yêkitîya Ewrûpî (Javier Solana) got ew êriş neheq in û got "Terorîzm êrişek e ser bihaûnirxên me hemîyan."

Çînê, ku sê kuştîyên wê êrişê hevwelatîyên wê bûn, daxwaza serxweşîyê ji Şah Ebdillahî ra şand û got hikûmeta Pekînê amade ye ji bo xurtkirina hevkarîyê digel Irdun û civaka navneteweyî li şerrê li dijî terorîzmê.

XS
SM
MD
LG