Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêşnîyarek ji bo çareserkirina pirsa bernameya navokî ya Îranê


Dîplomat dibêjin Welatên Yêkgirtî yên Amerîkî û Yêkitîya Ewrûpî amade ne ji bo pêşkêşkirina pêşnîyareke rêkkeftinê bo Îranê ku dê rê bidete hikûmeta Tehranê ku yêk ji qonaxên pêşîn yên çêkirina kelûpela pêwîst ya navokî, lê zaxkirina Uraniumê hemî dê li Rusyayê bête kirin.

Uranima zaxkirî hem bi kêr derhînana hêzûtêhna mîna elektrîkê têt, hem jî bikêr çêkirina çekên navokî.

Îran dibêjît ew dixwazît ew bi xwe Uraniumê zax biket ji bo derhînana elektrîkê. Lê Amerîka û Yêkitîya Ewrûpî Tehranê binaskar diken ku ew dixwazît Uraniuma zaxkirî ya bi pileya pêwîst ji bo bombeya atomî bidestve bînît.

Dîplomat dibêjin heke zaxkirina Uraniumê li Rusyayê bête kirin wê gavê ew dê jêr zêrevanîya navneteweyî bît.

Îranê ew daxwaza navneteweyî ji bo hêlana mafê xwe yê zaxkirina Uraniumê red kirîye û serê îsal ji nû ve dest bi wê xebatê kirîye.

Navenda Navneteweyî ya Hêzûtêhna Navokî gotîye Îran pêgirtinê naket bi Peymana Nehêlana Belavbûna Çekên Navokî. Desteya Rêvebir ya wê rêkxistîyê dê li 24ê vê mehê danûstandinan biket li ser bizavên nû.

XS
SM
MD
LG