Alîkarên wezîra derve ya Amerîka Condoleezza Rice dibêjin ku xanim Rice biryar daye ku dema seredana xwe bo Rojhilata Navîn dirêj bike ji bo alîkarîya rêkeftineke li nav Filistînî û Îsraîlîyan li ser vekirina sînorgehekê li devera Xezze.
Îro Duşem çend seet piştî kombûnên wê yên cûda cûda bi rêberên Îsraîlî û Filistînî re li ser sînorgeha Refah ya li navbera Îsraîl û Misre, hate ragihandin ku çûna xanim Rice bo Asyayê dê gîro be.
Xanim Rice spêdeya Duşembî got nûnerên Îsraîlî û Felestînî hê danûstandinan diken li ser pirsgirêkên bêçare yên derbarê tenahîya Refahê de. Wê got her dû alî bi wêrekî û bawerî dikarin ji wan pirsan re çareyan peyda bikin.
Îsraîl demek kin berî vekêşana hêzên xwe ji devera Xezzeyê ya di meha neh de, sînorgeha Refah girtibû. Ji nû ve vekirina wê sînorgehê ji bo hatinûçûn û bazirganîya Filistînîyan wek dergehekî giring tê hesibandin ji bo vejandina aborîya têkçûyî ya Filistînîyan.