Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bush gihîşte Japonê di geryana xwe de bo Asya


Serok Bush bi gihîştina Japonê dest bi seredana xwe ya heyşt rojan bo Asyayê kir. Ew dê her wisa here Koreya Başûr, Çîn û Mongolya jî.

Rêzdar Bush piştî ku şevekê li Kyotoya paytexta kevnar bibohorîne wê roja Çarşemê bi serokwezîrê Japon Junichiro Koizumi re kom bibe û wisa çaverê tê kirin ku ew dê li ser nexweşîna mirîşkan bi peyivin û her wisa li ser mesela ku Japon bo du salan kirîna goştê gareşan ji Amerîka qedexe kiribû.


Wisa çaverê tê kirin ku wê serok Bush li Koreya Başûr tevlî kombûna APEC (Hevkarîya Aborîya Asyaya Pasifik) jî bibe û tevî wê, li alîyek din, bi rêberên Endonezya û Malezya re jî kom bibe.

Birêz Bush îro Sêşem gihîşte Japon, berî wê li wilayeta Alaska bû li rojavaya bakûr û li wir bi hêzên Amerîkî re axaftibû.



XS
SM
MD
LG