Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Gevera Hekarî polêsan êrîş bir ser xwepêşandêran: 3 mirî û 21 birîndar


Piştî bûyerên ku li Şemzînanê rû dabûn, çalakiyên şermezarkirinê hê jî didomin. Îro jî, li navçeya Geverê polêsan êrîş bir ser girseya ku dixwest çalakiyeke protestoyî li dar bixe. Di encamê de 3 kes mirin û 21 kes jî birîndar bûn ku 4 ji wan polês in.

Wexta nîvro, komeke ku xwe wek endamên Însîyatîfa Demokratîk a Gel bi nav dikir, xwest ku li navenda Geverê sebaret bi teqîn û bûyerên ku li Şemzînanê pêk hatibûn, daxuyaniyeke çapemeniyê bixwîne. Piştî ku polês nehişt daxuyanî were xwendin di navbera girse û polêsan de pevçûn derket û di dawiyê de jî bû lêkdan.

Şahidên bûyerê dibêjin, xelk bi keviran bersiv daye polêsan lê belê polêsên ku endamê hêzên taybet in, gulle reşandine aliyê ku girse lê bû. Di encama bûyeran de kesên bi navê Ergîn Mengeş, Giyasettîn Geylanî û Sefer Bor jiyana xwe ji dest dan û 4 ji wan polês bi giştî 21 kes jî birîndar bûn. Di bûyeran de wênekêşên hin rojnamegeran jî şikestin.

Di domahiya xwepêşandana ku dora 30 hezar kes tev lê bibû, panzêreke polêsan hate şewitandin û yeka din jî hate qelibandin. Tê diyar kirin ku bi hejmareke zêde niştecihên bajêr jî hatine girtin.

Li dû nûçeyên ku ji herêmê tên, polês û tîmên taybet li navenda bajêr bi cih bûne û girse li taxa Yeşîldere kom bûye û hin caran pevçûn pêk tên.

Li alîyekî din li navçeya Elbakê (Başkale) ya bi ser Wanê ye, di operasyoneke cendermeyan de, li der û dora gundê Koçdaxi, mayin teqîya û 3 serbazên Tirk mirin. Di teqîna mayina ku tê gotin ji dûr de dihat kontrolkirin, çawişek û du serbaz mirin. Tê diyar kirin ku piştî bûyerê, li herêmê opresayoneke berfireh dest pê kiriye.

XS
SM
MD
LG