Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush ji bo civîna Asya Pasîfîkê li Koreya Başûr e


Serok Bush giheşte Koreya Başûr ji bo civîna bilind derbarê hevkarîya aborî li Asya Pasîfîk da.

Birêz Bush dê li roja Pêncşembî li bajêrkê Gyongju digel Serokê Koreya Başûr Roh Moo-hyun kombît berî ku her dû rêber diçine Busan bo civîna salane ya Asya Pasîfîk an APECê.

Çaverê tête kirin ku ew civîn gazî endamên Rêkxistîya Bazirganîya Cîhanî biket ku jêknegirtina sebaret alîkarîya dewletê bo cotyaran bidawî bînin. Mafê afirandinê, nexweşîya teyrûtewalan û terorîzm jî di rojevê dane.

Birêz Bush ji Kyotoya bajêrê Japonê hate Koreya Başûr. Li demê gotareke wêrê, wî got divêt Çîn pêtir mafên sîyasî bidete hevwelatîyên xwe û wî hevrika Çînê Taywan wek numuneyeke serkeftî ya civaka demokratîk destnîşan kir.

Wezîrê Derve tê Çînê Li Zhaoxing ew gotinên Birêz Bushî red kirin û got divêt wek cihên cida behsê Çîn û Taywanê nehête kirin.


XS
SM
MD
LG