Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîra Derve Rice dibêjîte Koreya Bakûr li ser danûstandinên pirsa navokî micid be


Wezîra Derve Condoleezza Rice dibêjît Koreya Bakûr hêj nîşan nedaye ku ew micid e li ser jinavbirina bernameya çekên navokî.

Xatûn Rice ê li roja Çarşembî li Civîna Hevkarîya Aborî ya Asya Pasîfîkê li Busan, Koreya Başûr bi rojnamevanan ra peyivî.

Wê got hikûmeta Pyongyongê ew xemxwarîyê Amerîka li bendê bû jê nedîtîye li gera dawîn ya wan danûstandinên linav şeş welatan. Ew danûstandin li heftîya bihûrî li Pekînî bêyî peşveçûn bidawî hatin.

Li wê civînê Washingtonê daxwaza Koreya Bakûr red kir ku Amerîka liberdananan biket ji bo dayêxistina navenda navokî ya derhînana plutonyumê.

Xatûn Rice ê behsê rewşa mafên mirovan li Burmayê kir û gote ebndamên APECê pêtir rexneyan li hikûmeta leşkerî ya Rangoonê bigrin ji ber şikandinamafên mirovan ya dirunde.




XS
SM
MD
LG