Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xirabkaran gulletopek berda ser rêûrismeke serbazî li bajarê Tikrîtê


Mezne karbidestên Amerîkî û Îraqî îro Sêşem ji hewleka kuştinê rizgar bûn dema teroristan gulletopek berdayî rêûrismeke serbazî li bajarê Tikrîtê li bakûra Îraqê. Ew gulletop li nêzîk karbidestan keft belê ne peqya.

Ew serhatî qewmî li demê hêzên Amerîkî kontirola qesreka berê ya Seddam Hûsên li Tikrît ê dida destê hêzên Îraq ê. Hêzên Amerîkî ew qesir ji sala 2003 ê bi kar di îna wek bingeheke xwe ya serekî.

Balyozê Amerîkî li Îraq ê Zalmay Khalilzad û qomandarê hezên Amerîkî li Îraq ê general George Casey li wan rê û risma amade bûn. Wê hewlê çi zîyan ne gehandin û piştî çend deqîqeyan vegûhastina kontirola wî bingehî bo destê serbazên Îraqî bi dawî hat.

Ji bilê vêna leşkerê Amerîkî radigehîne kû serbazekî marîn dûhî Dûşem hat kuştin di serekî de nêzîk Hebîbîya li rojava Îraqê.

Ev serhatî dibin li demê kû serokê Îraqê Jalal Talabanî li Îranê ye û di gel serok Mahmud Ahmedînijad kom dibe.



XS
SM
MD
LG