Rayedar li Iraqê dibêjin çekdarên nenaskirî axayê eşîreteke Erebên Sunnî, sê kurên wî û nayîsekî dî kuştîne.
Karbidest dibêjin ew şikê ji serhildayan diben ku cilûbergên leşkerî li xwe kirîne, û erebeyên wekî yên leşkerî ve vê spêdê zû li ser mala axayê eşîreta Batta, Şex Khadim Sarhid î li derveyî Bexdayê girtîye.
Lêşkerê Amerîka dibêjît hêzên Amerîkî û Îraqî li roja Sêşembî li bajêrê Ramadî dest bi kiryareke nû kirîye. Ew sêyemîn bizava di heftîyekê daye li wê herême.
Berî hingê leşkerî got hêzên Amerîkî û Îraqî bizava bi navê "Kiryara Perdeya Pîla"ya 17-rojî nêzîkî tixûbê Surîyê bidawî înabû. Wî got ew yekemîn car bû ku hêzên Îraqî bi jimareke hind mezin hatîn şandin û armanc damezrandina hêzeke berdewam e li wê herêmê û çêtirkirina rewşê ye berî hilbijartinên li 15yî meha têt.