Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Filistînî jinûve sînorgeha li navbera Xezze û Misrê vekirin


Rêberê Filistînîyan Mehmûd Abbas îro(În) tevlî şahîyan bû ji bo vekirina sînorgeha di navbera Devera Xezze û Misrê de.

Sînorgeha Refah dê bibe fersendek ji bo akincîyên Devera Xezzeyê da karibin serbest biçin û bên bêy kontrola Îsraîlê. Ew sînorgeh di meha neh de hatibû girtin dema ku hêzên Îsraîlê xwe ji Devera Xezze vekêşandibûn.

Heta wezîra derve ya Welatên Yekgirtî yên Amerîka Condoleezza Rice zorê neda ji bo hebûna çavdêrên Ewropî li wê deverê, ne bi dilê Îsraîlê bû ku ew sînorgeh bê vekirin.

Sînorgeh dê ji Filistînîyan re vekirî be roja Şembîyê têra çar seetan. Karbidest dibêjin demjimêr wê bêne dirêjkirin dema ku çavdêrên Ewropî bên bicîh kirin.

XS
SM
MD
LG