Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsê Iraqî giropekê di girît bi gûmana pilan danan bu kuştina dadwerekê dadgehîkirna Sedamî


Polîsê Iraqî ragehand wan giropek girtîye, ku bi kêmî ji 8 Erebêt Sunnî pêk dihêt, bi gûmana pilan danan bu kuştina dadwerekê dadgehîkirna rêberê berî yê Iraqê, Sedam Hûsên.

Karbidestêt polîsê dibêjin wan roja şembî ew girop li malekê da li bajêrê Kerkuka bakora Iraqê girtîne.

Ev girtineş dû roja berî dest pê kirneva dadgehî kirna Sedamî ye.

Roja dûşembî dadgehî kirna Sedamî dest pê diketeve û we çaverê dête kirn yekem dîdevanêt tawanêt Sedamî şayetîyê biden liser tawana kuştina pitir ji 140 gûndîyêt Ş’îe yêt bajerokê Duceyl li sala 1982.

XS
SM
MD
LG