Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îraqê dîsa çend kes hatin revandin


Di vê dawîyê de şeş Îranî yên ku jibo seredana bajêrên pîroz çûbûne Îraqê hatin revandin.

Karbidest dibêjin Îranî vê sibê li bajêrokê Beled hatin revandin 70 kîlometre li bakûra Bexda yê.

Ev Îranîyên ku hatine revandin li pênc rojavayîyên revandî zêde bûne ku yek ji wan jineke Alman û yek jî şifêrê wê bûn ku ji roja Înê û virdaye bê ser û şûn çûne.

Televîzyona Dewletê ya Alman ARD dibêje li cem wan vîdyoyek heye ku têde ew herdu kes bi kuştinê têne tirsandin bi şertê ku Berlîn dev ji piştgirîya hikumeta Îraqê berde.

Roja Şembîyê çar karmendên alîkarîyê: yek Amerîkî, du Kanadî û welatîyekî Brîtanî hatine revandin.


Di vê navê de roja Duşemê du zilamên Brîtanî hatin kuştin di êrîşekê bi ser otebosa ku Şî’e têde bûn. Du sîyasetvanên Sinnî jî roja Duşemê hatin kuştin. Yek ji wan endamekî bilindê Partîya Îslamîya Îraqî bû ku xwe bo hilbijartinên meha bê yên parlamanî berbijar kirbû.



XS
SM
MD
LG