Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Li şerê li dijî AIDSê çekê herî giran xwendin e


Karbidestekî pilebilind yê Neteweyên Yêkgirtî li peyama xwe ya bi hilkeftina Roja Cîhanî ya AIDSê dibêjît li şerrê li dijî nexweşîya AIDSê, çekê herî giran xwendin û perwerdekirin e.

Peter Piot, rêvebirê bernameya AIDSê ya Neteweyên Yêkgirtî, di peyameke li roja Pêncşembî li ser malperê wê navendê da dibêjît heke girîngîyê bidene ser rêyên bo bersinggirtina virusa HIVyê, dê rêya vegirtina wê nexweşîyê bête girtin.

Diktor Piot dibêjît îşaretên pêşveçûnê hene. Pileya belavbûna wê nexweşîyê linav mirovên temenmezin li jimareke welatan hêdî bûye nemaze li Kenya, Zîmbabwe û çend welatên li herêma Karayîb.

Ew dibêjît ew kêmbûn ji ber guhartina reftarê mirovan e -- wek pêtir bikarînana kandoman, têkilîyên cinsî bi jimareke kêmtir mirovan, û gîrokirina yêkemîn têkilîya cinsî.

Lê Diktor Piot dibêjît jimara mirovên bi HIV-AIDSê giriftar ji hemî deman zêdetir e û jimara giştî li dinyayê pêtir ji 40 mîlyon mirovan e. Nêzîkî nîvîya wan kesan jin in û pileya wan zêde dibît.

Diktor Piot gazî welatan diket ku çareyan peyda biken ji sebebên belavbûna wê nexweşîyê ra ji wan newekhevîya linav jin û mêran û dewlemend û hejaran.

XS
SM
MD
LG