Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rice: Amerîka îşkencê bi kar nayne


Wezîra derve ya Amerîka Condoleezza Rice, şîretvana Almanî Angela Merkel piştrast kir ku Amerîka îşkencê bi kar nayne di şerê xwe de li dijî terorîzmê.

Xanim Rice û xanim Merkel herdu evro pişikdar bûn di konfiranseke rojnamevanî de li Berlînê. Wan got ew li ser raportên vê dumahîyê axiftin ku dibêjin CIA bergumanên terorîst bi nepenî ve birîne girtîxana li rojhilata Ewropa.


Xanim Rice got Amerîka dê her rêkeka qanûnî bikar bîne di şerê dijî terorîstan da û li jêr qanûnên Amerîkî û yên navnetewî. Xanim Merkel jî got, gefên nû pêdivî bi bersivên cîhê xwe de hene. Lê dîsan got divîya hevsengî hebît navbera binaxên demokrasîyê û kar û barên ajansên agahîya.



XS
SM
MD
LG