Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrişkerekî xwekuj 30 rêwîyên otobuseke Bexdayê kuştin


Êrişkerekî xwekuj xwe li spêdeya Pencşembî di otobuseke li Bexdayê da peqand û bi kêmî ve 30 mirov kuştin, nêzîkî 20 kesan jî birîndar kirin. Ew otobûs dê bo bajêrê Nasirîye yê Şî’eyan bi rê keftiba.

Ji alîyê dî ve, karbidestên Seraya Spî dibêjin ew nikarin rastîya daxûyanekê piştrast biken ku digot revînkarên Iraqî rehîneyê Amerîkî Ronald Schulz kuştîye.

Li wê belavuka Pêncşembî, tê gotin ji komela ''Leşkerê Îslamî li Iraqê'' ye, ew komel dibêjît wê ew şîretkarê karûbarên parastinê yê Amerîkî kuştîye û wêneyên kuştina wî dê belav biket.

Televîzyona el-Cezîre roja Sêşembî vîdeoya wî şîretkarî belav kir. Têda, revînkaran got ew dê wî di 48 se’etan da bikujin heke hemî girtîyên li Iraqê ji girtîgehan nehêne berdan.

Malbata Birêz Schulz got ew bawer diken ku zelamê di wê vîdeoyê da ew bû.

Komeleke dî çar bizavkarên aştîyê yên Rojavayî rehîn wergirtîne. Wê komê roja Pêncşembî got ew dê demê xwe yê danayî heta Şembî dirêj biken û heke heta hingê hemî girtîyên Iraqî nehêne berdan ew dê rehîneyan bikujin.

Ji alîyê dî ve, hikûmetê Japonê biryar da ku demê mana hêza xwe ya leşkerî li başûra Iraqê heta salekê dirêj biket.

XS
SM
MD
LG