Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Surîye dibêjît 8 mîlîtanên Îslamî hatine kuştin


Li bakûra Surîyê, di şerrê linav hêzên parastina dewletê û bergûmanên mîlîtanîya Îslamî da heşt bergûman hatine kuştin.

Ajansa resmî ya Surîyê, SANA, radigehînît ku serbazên Surî li çewlîkeke li bajêrê Edlib bi tundrêyan ra bi şer çûyne. Li dû peyama SANAyê, di şerrê tifengan da pênc mîlîtan hatine kuştin, sêyên dî jî li xanîyê linav wê çewlîkê xwe bi bombeyan kuştîye.

Dûra li wî cihî tifek, cebilxane û şûtikên bi bombeyan hatine desteser kirin.

Ajansa resmî li roja Çarşembî gotibû hêzên Surîyê li bajêrê Helebê ezmungeheke bombeyan aşkera kirîye û bi ser da girtîye.

XS
SM
MD
LG