Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Îranê: Îsraîlê ji Rojhelata Navîn bibene Ewropayê


Serokê tundrê yê Îranê got heke Elmanya û Avusturya xwe berpirsîyar dihesibînin bi kuştina bi mîlyonan Cihûyan li demê Şerrê Duwem yê Cîhanî, bila ew welat dewleta Îsraîlê bibene ser erdê xwe.

Serokê Îranê Mehmud Ehmedînijadî li demê konferansa rêberên welatên Misilman li bajêrê Mekke yê Erebîstana Saudî li roja Pênşembî digel rojnamevanan axift û şik û gûman jê bir ka bi rastî Holocaust, ango ew tevkuştin û malwêranîya Cihûyan, qewimîye. Lê wî got heke Ewropî bawer diken ku ew bûyer rast e, wê gavê, divêt ew hindek erdê xwe bidene Cihûyan û Îsraîlê ji Rojhelata Navîn veguhêzine Ewropayê.

Mehmud Ehmedînijadî berî du mehan gotibû divêt Îsraîlê linav nexşeya dinyayê nehêlin û bibû egerê turetîya berfireh li dinyayê. Wî her wesa got Îsraîl kul û gireyek e û pirsî ma wê bi çima xwe li ser erdê Filistînîyan danaye.

Îsraîlê gotinên rêberê Îranê mehkûm kirin û got ew nijadperestî cihê turetîyê ye.

Li Washingtonê, peyivdarekî Seraya Spî got peyivên Serokê Îranê hêj rohntir diken ka bi çima Amerîka ji rejima Tehranê aloz e û ka bi çima girîng e ku Îran bombeya atomî çêneket.

XS
SM
MD
LG