Hikûmeta Iraqê ragehand ku tûxîvêt welatî dêne girtin û demê berbend kirna hatinûçûnê dête dirêj kirn li demê helbijardinêt roja pêncşembî, bu bersing girtina hêrişêt xirapkara.
Wezareta navxoyî ragehand ku berbend kirna hatinûçûnê roja sêşembî dest pê diket û heta roja eynî dê berdewam bît. Firokexanêt seranserî Iraqê li roja çarşembî heta eynî hêne girtin.
Çaverê dête kirn ku hevalbendîya partên olîyêt Şî’a zorîna denga bi destive bînin. Şareza we pêşbînî diken ku hevalbendîyeka Şî’a û Kurda dîsa hukimeta Iraqê pêk bînin.
Hevdem leşkirê Amerîkî ragehand ku serbazekê Amerîkî evro yekşembî ji encama peqîna bombeka birex şeqamê li rojavaya Bexda hatîye kuştin.