Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îraqê di dema hilbijartinê de hindek tundutujî çêbûn


Demek kin piştî ku dengdan destpêkirin, li nêzî cîyekî dengdanê li Musul bombek teqîya û nobetdarekî nexweşxanê hate kuştin.

Her wisa li nêzî avahîyên dengdanê li Ramadî û Tîkrît jî bombe teqîyan û li navenda Bexdayê, li xetta kesk ku tenahî lê gelek qewîye muşek û top teqîyan. Belê hêjî tu agahî nehatîye ragihandin di derbarê mirî û birîndaran de.


Bi dehan hezar hêzên Îraqî û polîs bi alîkarîya hêzên Amerîkî ji bo hilbijartinê wezîfeya xwe ya parastinê didomînin.

Karbidest dibêjin wisa çaverê tê kirin ku wê 10 milyon Îraqî îro dengê xwe bidin. Dengdan bi dema Îraqê li 5’ê êvarê bi dawî tê.

Raportên rojnama New York Timesê ji Bexda radigihînin ku rêberên Îraqê wisa bawerin ku wê deng di navbera du alîyan de, di navbera elmanî û partîyên îslamî de par bibin.

XS
SM
MD
LG