Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îraqê jimartina dengan didome


Piştî hilbijatinên ji bo damezirandina parlamentoyê li Îraqê bajêr bi giştî bêdengbûn belê li hin cîyên ku lê hêj roja dawîn bû bo dengdanê rewşa parastinê tundbû.

Karbidest dibêjin dibe ku di destpêka meha yek de encamên dawîn bi awayeke fermî bêne dîyar kirin. Wisa çaverê tê kirin ku zêdeyî ji sedî 70 Îraqîyên ji nav 15 milyon dengderên qeydkirî deng dane bo parlamana bi 275 kursî.

Di vê navê de ji nav hêzên hevpeymanî Bulgaristan dest bi vekêşana hêzên xwe kiriye ji Îraqê ku ev hêz bi zêdeyî 300 serbazane. Wezîrê parastina Bulgarîsatanê got hêzên wan wezîfeyên xwe yên li Îraqê bi domahî anîne û di dawîya vê salê de dadgerin mala xwe.

Ji alîkî din ve cîgirê wezîrê navxweyî yê Îraqê dibêje ku terorîstê binavûdeng Ebu Musab El Zerqawî par li dora Felluce hatîye girtin belê ji ber ku nehatîye naskirin piştre hatîye berdan.



XS
SM
MD
LG