Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dick Chaney seredana Bexda kir


Cîgirê serok Bush Dick Chaney berî çûte Efxanîstanê çûwe Bexda. Li wêrê pesna hilbijartinêt parlamanê yêt heftîya buhurî dan û bi pêngaveke mezin da nasîn bo berev damezirandina Îraqeke demokratîk û bi tenahî.

Rêzdar Chaney digel karbidestêt bilindêt Amerîkî û Îraqî kom bû, ji wan serok Celal Talabanî yê ku pesna Welatêt Yekgirtîyêt Amerîka da ku harîkarî kirî bo rizgar kirina gelê Îraqê.

Rêzdar Chaney li seredana xwe bo Îraqê ku 10 saeta li wirê bû, her wisa li bingehekî nêzîkî paytextê Îraqê bo serbazêt Amerîkî axift û gote wan ew çaverê diket sala bêt jimareke serbazêt Amerîkî vegerine welatî.



XS
SM
MD
LG