Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li dadgeha Bexdayê pêtir kesan li dijî Seddamî şahidî kir


Dadgeha Seddam Huseynî li Bexdayê ji nû ve destpêkir û şahidekî axift li ser mayê dîktatorê berê yê Îraqê li tevkuştina Duceyl li sala 1982yê.

Dadgeha li dijî Seddam û 7 karbidestên berê destpêkir paş navbeyneke 2 hefteyî ji ber hilbijartinên parlamentoyê. Serokê roxandî nehatibû kombûna li 7ê mehê, lê îro li werê bû.

Seddamî gotina şahidî birî û daxwaz kir ku dadgeh ji bo nivêja nîvro rawestît. Gava ku dadpirsî ew daxwaz red kirî, Seddam vegerya û dîyar bû ku ji cihê xwe nivêj kir.

Peyamhinêrên li dadgehê got ew xwespêrê 68 salî ji civînên berî niha yên dadgehê tenatir bû.

Seddamî guhdarîya şahid Alî Hesen el Heyderî kir ku li demê kuştina 148 kesan li Duceyl paş qesta kuştina Seddamî 14 salî bû û dîktatorî li qaxeza li cem xwe tişt nivîsîn. Birêz Heyderî behsê hengameya wî dîtî û ya ku bi serê malbata wî hatî kir. Birêz al-Heyderî got li demê ku ew bi serê xelkî dihate înan karwanê otomobîlên Seddamî li Duceyl bû.

XS
SM
MD
LG