Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê gazîya dozeke nû li dijî Orhan Pamukî red kir


Dozgeren Tirk biryar da ku li dijî nivîskar Orhan Pamuk ji ber bêrêzîya li leşkerê Tirk dozeke nû veneken.

Dozgeran daxwaza parêzgerekî niştimanperest yê Tirk red kir. Wî parêzgerî li dadgehê gazinde ji Birêz Pamukî kiribûn ji ber ku wî nivîskarê romanan gotibû leşkerê Tirk di rêya demokrasîya li welatê wî da asteng e.

Birêz Pamuk ji xwe niha têtê dad kirin ji ber hevpeyvîna wî li meha Şûwatê digel rojnameya Swêdî. Nivîskarê Tirk hingê gotibû li sedsala bihorî li Tirkîyê mîlyoneke Ermenîyan û 30,000 Kurdan hatîne kuştin û ji bilî wî kesek newêrît behsê wan komkujîyan biket.

Ji ber wê dozê Yêkitîya Ewrûpî rexne li Tirkîyê girtîne daxwaza endamîya Tirkîyê diket.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Abdullah Gul dibêjît belkû divêt ew qanûnên Tirkîyê bêne guhartin yên ku azadîya dîyarkirina hizrûbîran red diken.

XS
SM
MD
LG