Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demê vemana hêzêt Korya Başûr li Iraqê hate dirêj kirn


Karbidestêt Iraqî dibêjin bi kêmî 5 kes li dû peqîna de li Bexda hatine kuştin. Bi kêmî yek gûlle hawin li paytextê Iraqê kefte xar. Ne hatîye zanîn ka peqîna dûyê ji encama hêrişeka xwekujî bûye an ji encama keftine xara gûlle hawineka dî.

Ji alyekê dîve cêgirê serok wezîrê Iraqî Ehmed Çelebî cihê wezîrê petrol yê Iraqê, Ibrahîm Behr El-Ulûm, girt, piştî birêz Behr El-Ulûm nerazîbûna xwe ragehand biramberî bilind kirna nirxê petrolê ji layê hukmetê.

Herwesa perlemanê Korya Başûr dirêjkirna demê vemana hêzêt xwe li Iraqê bû salekê pejirand, lê biryara kêm kirna jimara serbazan da.

XS
SM
MD
LG