Karbidestêt Îraqî dibêjin hêrîşkerekî xwekuj bi otomobîleke bombekirî heft kes kuştin ku navêt xwe nivîsîbûn da bibine polîs û 13 kesê dî birîndar bûn.
Dibêjin hêrîşkerî otomobîla xwe di nav wan polîsan de peqand evro li bakûra Bexda.
Leşkerê Amerîkî dibêje çar kontraktcîyêt Amerîkî yêt medenî hatine kuştin û 18 kesê dî birîndar bûn di lêkdanekê de roja Yekşembî navbera basekê û qamyonekê li parêzgeha Ambar.
Dîsan her li roja Yekşembî, xirabkaran jimareke bomba li seranserê Îraqê peqandin û bi kêmî ve 20 kes birîndar bûn.