Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rusya û Ukrayna bi kêşeya gaza xweristî dipeyivin


Karbidestên Gazpromê, şîrketa gaza xweristî ya dewleta Rusyayê, dibêjin ew dê îro li Moskowê digel hevberên xwe yên ji Ukraynayê danûstandinan biken li ser kêşeya sebaret bazirganîya gaza xwezayî.

Rusyayê vê heftîyê şandina gaza xwezayî bo Ukraynayê rawestandibû ji ber nerazîbûna hikûmeta Kievê bi biryara Moskowê ku buhayê wê gazê çar qat zêdekiribû û dana gaza erzan bo wî welatî bidawî înabû.

Ukrayna dibêjît ew dê pêtir pare bidete Rusyayê bo gazê, lê divêt ew buha hêdî hêdî bête zêde kirin.

Şandina gazê bo gelek bikirên Ewrûpayê rojên Yêkşembî û Duşembî pir kêm bibû, lê Gazprom dibêjît wê kêmasîya di bahra welatên ji bilî Ukraynayê da îro serrast kirîye.



XS
SM
MD
LG