Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên çala rejîyê dibêjin gotina wan bi şaşî hatîye belav kirin


Karbidestên çaleke rejîya West Virginayê dibêjin "hev şaş fam kirin" bûye egera agahîyên çewt ku digotin di teqîna berî du rojan de 12 kargerên ku li binê erdê asê mabûn bi saxî derketine.


Karbidest mirina 11 kargerên çala rejîyê piştrast kirin û dibêjin kargerek bi tenê, yê bi navê Randal McCloy bi saxî derketîye belê gelek birîndar e. Cendekê sêzdemîn karger îro(Sêşem) berdestê sibê hatîye dîtin.

Serokê şirketa ku xweyî yê wê çala rejîyê ye got agahîyên çewt dicîda li derû dor belav bûne û bûne egera şahîyên geş li dêreke nêzî wê çalê ji alî malbatên wan kesan ve ku ji dilê xwe ve karger sax derketine.

Piştî sê saetan dema ku karbidest wan agahîyên çewt rast kirin merivên wan kargeran ji dêrê gelek turebûyî derketin.

Tesbît bûye ku roja Sêşemê bi peyeyeke bilind gaza ne tekuz ya karbon monoksîd derketîye ji wê çalê.

XS
SM
MD
LG