Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îraqê jimara kuştîyên Amerîkî zêde bû


Leşkerê Amerîka li Îraqê mirina şeş serbazên dî yên Amerîkî ragihand, bi vê jimara serbazên Amerîkî ku roja Pêncşembî li wî welatî hatine kuştin gihîştîye 11 serbazan.

Leşkerê Amerîkî roja Înê ragihand ku du serbazên Amerîkî li encama peqîna bombekê li bakûra Bexda hatine kuştin.

Du serbazên din li êrîşeke xwekujî bi ser navendeke navnivîsînkirina polîsan ve li bajêrokê Ramadî hatine kuştin ku herwisa bi kêmî 67 Îraqî jî di wê êrîşê de hatibûne kuştin.

Du serbazên marîn jî di êrîşên cuda de li bajêrokê Felluce hatine kuştin. Leşkerî herwisa kuştina pênc serbazan roja pêncşembî ragihand.

Serokê Îraqê Celal Talabanî jî dibêje ev êrîş bandorê nadine ser bizavên rêberên Şî’a, Kurd û Sinnîyan bo pêk hanîna hikumeta nû.

Her wisa îro otomobîlek li bajêrê Musulê li bakûra Îraqê teqîya û peyamhunerê me Emîr Goran li Musulê raportek li ser vê babetê ji bo we amade kiriye. Eger bixwazî li vê raportê guhdarî bikî ji kerema xwe re li jor nivîsa bi rengê şîn bitiqîne ku dibêje “Guh bide raporta Emîr Goran li Musulê.”



XS
SM
MD
LG