Karbidestên Îraqî dibêjin li derveyê wezareta navxwe, êrîşbirên xwekuj bi kêmî 21 kes kuştin ku piranîya wan kuştîyan polîs bûne.
Dibêjin herdû êrîşbiran di nav deqîqeyekê de bombe bi ser xwe de teqandine dema ku li cîyekî nêz, şahîyên ji bo damezirandin hêza polîsan didomî.
Topek jî hate avêtin bi ser wê şahîyê ve ku balyozê Amerîka Zalmay Xelîlzad û wezîrên parastin û nevxweyî jî lê bûn. Di vê êrîşa bi topê de tiştek bi kesî nebûye û tu kes birîndar nebûye.
Di vê navê de karbidestên leşkerê Amerîka lêkolînê dikin li ser ketina helîkoptera Blackhawk ku 12 neferên Amerîkî tê de miribûn.