Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokeke leşkerê Îranê kefte xwarê û 11 kes mirine


Evro firokeke leşkerê Îranî li bakûra rojava Îranê kefte xwarê û 11 kes têde mirin yek ji wan qumandarekî mezinê hêzên çekdar e.

Ajansa peyamêt Îranî dibêje Ahmed Kazimî qumandarê hêzên peyade yên pasewanan û 7 karbidestêt dî yêt mezin yên leşkerî têdebûn demê firokê evro bizav kirî li Urmîyê binişîyêt nêzîkî tuxubê Tirkîye û keftîye xwarê.

Li meha buhurî firokeke dî ya bara ya Îranî keftibû xwarê demê li apartmanekê day li Tehranê û 108 kes hatibûne kuştin. Ew firoke ji 25 salan kevntir bû berî şoreşa Îslamî ya Îranî li sala 1979ê ew firoke ji Amerîka kirîbû.

XS
SM
MD
LG