Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye dibêjît 70 mirovên bi nîşanên êşa mirîşkan  rakirîne nexweşxaneyan


Karbidestên Tirk dibêjin jimara mirovên ku ji ber berjengên nexweşîya teyrûtewalan rakirîn nexweşxaneyan nêzîkî 70 ye, û 14 kesan virusa H5N1 heye.

Rêkxistîya Saxlemîya Cîhanî heta niha li 4 kesan hebûna wê virusê piştrast kirîye û dibêjin wan hemîyan ew ji mirişk û tewalên nexweş vegirtîye. Ceribandinên li ser jimareke kesan berdewam in.

Peyam ji Rusyayê radigehînin ku Serokê Ûris Vladimir Putinî îro ji karbidestên tenduristîyê xwest ku nexşeyekê bidarêjin da ku ew nexweşî linav Rusyayê belav nebît.

Karbidestên Ukraynayê îro got li mirîşkên sê çewlîkên Zirgirava Qirimê virusa H5N1 hatîye dîtin.

Ji Japonê, ajansa Kyodo bi ser zarê rayedarên Wezareta Sexbêrîya Saxlemîyê radigehînît ku bi kêmî ve 77 mirovan, bahra pêtir karkerên çewlikên mirîşkan, ew virus vegirtîye, lê bi xetera kêmtir.

Ji sala 2003yê were li Asyayê bi kêmî ve 70 mirov bi wê nexweşîya teyrûtewalan mirîne, bi kêmî ve 2 kes jî li vê dawîyê li Tirkîyê.





XS
SM
MD
LG