Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Neteweyên Yekgirtî balê kişand ser Tirkîye


Rêxistina xwarinê û çandinê ya Neteweyên Yekgirtî huşdarîyê dide ku renge êşa mirîşkan ji Tirkîye belav bibe welatên cîran. Li ser vê ku bo kontrol kirina virusa wê nexweşînê pêngav hatine avêtin.

Karbidestên mezin yên kar û barên saxlemîya heywanan li wê Ajansa Neteweyên Yekgirtî dibêjin eger virusa êşa mirîşkan bi dirustî nê kontrol kirin dê zêdetir mirov û heywan wê nexweşîyê vegrin.

Roja sêşemê karbidestên saxlemîya Tirkîye da zanîn ku 15 kesan êşa mirîşkan vegirtîye ku du ji wan zarok bûn û giyana xwe ji dest daye .

Di vê navê de Rêxistîya Saxlemîyê ya Cîhanî got, du kesên din li Çînê ji ber wê vîrusa nexweşîyê mirine û bi vî awayî jimara qurbanîyên êşa mirîşkan li welatî gihîştîye pênc kesan.

Karbidestên Rêxistîya Saxlemîyê ya Cîhanî dibêjin ji sala 2003 an û virdaye 78 kes ji ber êşa mirîşkan mirine li seranserê cîhanê û ji bilî Tirkîye mirin tev li rojava Asyayê bûne.


XS
SM
MD
LG