Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye dibêje zaroka sêyemîn jî ji ber êşa mirîşkan mirîye


Karbidestên saxlemîya Tirkîye dibêjin heftîya buhurî ew zaroka ku li rojhilata vî welatî miribû qurbanîya êşa mirîşkan bûye û pêra ew vayrusa bi navê H5N1 hatîye dîtin ku bi vê vayrusê ev nexweşîn çêdibe.


Wezîrê saxlemîyê li Tirkîye îro Pêncşem got bi testên tibbî derketîye holê ku ew nexweşîna mirovkuj gihîştîye Hulya Kocyîgîta 11 salî. Hulya jî roja Înê rojek piştî xwişka xwe ya 15 salî û çend roj piştî birayê xwe yê 14 salî bi vê nexweşînê miribû.

Karbidestên saxlemîyê dibêjin testên destpêkê dîyar dikin ku du Tirkên din jî bi vê nexweşîna mirovkuj ketine û di destpêka heftîyê de hate dîyar kirin ku vayrusa H5N1 li nav 15 kesên din jî belav bûye.

Ev bûyer li Tirkîye qewimîn piştî ku Rêxistîya Saxlemîyê ya cîhanê bala hikumetên welatên Asyayê kişand ku zûbizû testên êşa mirîşkan bi dawî bînin da ku zanibin îşaretên vê nexweşîna belav çinin.

XS
SM
MD
LG