Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ewropî dixwazin Îran bibin ber Civata Tenahîyê


Wezîrê derveyê Almanya dibêje danustendinên bi Îranê re li ser bernameya wê ya navokî asê bûnê û hersê welatên Ewropî di wê bawerîyê de ne ku lazime Îran biçe ber Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yekgirtî da tolê deynin ser.

Wezîrê derveyê Almanya Frank-Walter Steinmeir piştî wê kombûna bi wezîrên din yên Fransa û Brîtanyayê re li Berlîn axivî. Ev welat biryar dan ku dicîda kom bibin piştî ku vê heftîyê Îran ji nişkêva dest bi lêkolînên xwe yên navokî kirin.

Dezgehên Ragihandinê yên Rusya gotinên wezîrê xwe yê derve Sergei Lavrov bikar anîn ku digot nunerên ji Rusya, Amerîka û ji hersê welatên Ewropî heftîya bê dê li Londonê kom bibin da li ser pirsgirêka

Berê Rusya û Çîn nedixwestin ku Îran bê ber civata Tenahîyê.

Welatên rojavayî balê dikşînin ku vêga ew tol danan zêdetir mumkinin jiber ku Îran vê heftîyê dîsa dest bi lêkolînên navokî kirine. Amerîka û karbidestên Ewropî Îranê sucdar dikin ku ew dixwaze çekên navokî çêbike û Îran evyek înkar dike.

Di vê navê de çavkanîyên dîplomatîk dibêjin her çiqas Îran morên li ser sê sazgehên xwe yên navokî (yên li Natanz, Pars Trash û Farayand) rakiribe jî hê nikare dicîda dest bi zaxkirina uranyumê bike.

XS
SM
MD
LG