Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran gefe dike ku wê dev ji danustendinan berde


Îran gefe dike ku ew dê dev ji danustendinên bi Ajansa Hêza Atomî ya Navnetewî re berde eger ew bibin ber Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yekgirtî ji bo tolê deynin ser vî welatî.

Wezîrê derve yê Îranê Menuçehr Muttekî îro În got, bi vî awayî mafê çavderî kirina bo bernameya Îranê ji destê welatên Ewropî diçe. Wî got Tehran dê li du qanuna xwe vê gavê bavîje.

Ev daxuyanîya wezîrên derve hate kirin piştî ku welatên Ewropî û Amerîka ji Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yekgirtî xwestin ku tolê deynin ser Îranê ji ber ku dîsa dest bi karên navokî kiriye.

Wezîrê derveyê Brîtanya Jack Straw îro ji radyoyeke Brîtanî re got dibe ku Îran di demek nêz de bibin ber Civata Tenahîyê. Wî got hin rîyên din jî hene belê tevgereke leşkerî li dijî Îranê ji bo vê demê ne rîyeke ku ew li serê bifikirin.


Karbidestên Fransa û Almanya dibêjin hêj tola ku dixwazin deynin ser Îranê dîyar nîne.

Rusya ji Îranê xwest ku xweyî soza xwe be li ser berdewam nekirina karên xwe yên navokî û bira danustendinên digel Ajansa Hêza Atomî ya Navnetewî de jî bidomîne.

XS
SM
MD
LG