Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi êrîşeke xwekuj li Efganistanê 24 kes hatin kuştin


Li Efganistanê li bajêrokê Spin Boldak ya li ser tixubê vî welatî êrîşbirekî xwekuj bi bomba, bi kêmî 20 kes kuştin û zêdeyî 20 kesên din jî birîndar kirin.


Ajansa Peyamên Associated Press dibêje êrîşbir motorsîkleta xwe ajotîye nav gelê ku li pêşbirka zoranbazîyê temaşa dikirin.

Berî wê êrîşbirekî jî li nêzî bajêrê Kandahara li başûr bomba li nêzî otomobîleke leşkerî bi ser xwe ve teqandibû û pê sê leşkerên Efxan û kesekî sîvîl kuştibûn. Çar leşkerên Efganî û deh kesên sîvîl jî birîndar bibûn.

Roja Yekşemê li Kandahar dîsa bi êrîşeke wisa dîplomatekî Kanadî û du kesên sîvîl yên Efganî jî hatibûn kuştin.


Serokê Efganistanê Hamid Karzaî xema xwe dîyar kir li ser zêdebûna êrîşên xwekuj yên bi bombeyan. Wî her wisa got Efganîstan û civata navneteweyî li dijî terorîzmê bihevre şer dikin. Wî got eger welatên rojavayî li Efganistanê li dijî terorîzmê şer nekin ew dê mecbûr bimînin li paytextên xwe vî şerî bikin.

XS
SM
MD
LG