Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Endonezyayê zarokekî bi nîşanên nexweşîya mirîşkan mir


Wezareta Sexbêrîya Saxlemîyê ya Endonezyayê dibêjît kurekî 3 salî bi berjengên nexweşîya teyrûtewalan mirîye, bi çend rojan paş mirina xuşka wî bi wê virusê.

Karbidestekî wezaretê got ew kurê biçûk îro li nexweşxaneyeke Bandong yê li rojava Java mirîye. Dixtoran nimuneyên ji wan xuşkûbirayan şandîne ezmungeha Rêkxistîya Saxlemîya Cîhanî li Hong Kongê da bizanin ka ew bi virusa H-5-N-1 mirîne.

Xuşka 13 salî roja Şembî mir û hatîye piştrast kirin ku xwuşkeke wan ya 15 salî jî ew virus vegirtîye.



XS
SM
MD
LG