Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Hollywood kesên bi nav û deng çi pere kar dikin


Kovara Forbes maaşên salane yên akterên ku temenê wan ji 25a kêmtirbît belav kirin. Hindek ji wan akteran maaşên wan yên salane zêdetir bî ji 127 mîlyon dolaran.

Dihatîyên stranbêj û akter ya 19 salî Hilary Daff par 15 mîlyon dolar bî.herwisa akter Paris Hilton ya ku temenê wê 24 sal e û keça xwedanê Hilton Hotel e, dihatîyên wê jî par şeş mîlyon dolar bî û akter û dihatîyên stranbêj Lindsay Lohn a 19 salî jî 11 mîlyon dolar bî.

Belê ne bes akterên filma, stranbêj jî gelek pere kar dikin. Her wisa akterên zincîrên filîmên televîzyonê jî di wê rêkêda ne, weke akter Christian Troy li zincîra Nip/Tuck, ku dêhatîyê wî bo yek rolê di zincîrê da zêdetirî 156 hezar dolaran.

Her weha akter Sandy Cohen ya rola parazîyê dikir li zincîra OC ya binavûdeng ku li kanala Fox tête belav kirin, dêhatîya bo rola wê ya di zincîrê da nêzîkî 94 hezar dolara ye.

XS
SM
MD
LG