Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakîstan: Êrişa mûşekan ya Amerîkî 4 mîlîtanên bîyanî kuştin


Pakîstanê piştrast kir ku êrişa mûşekan ya Amerîka roja eynî li dijî mîlîtanên bîyanî bû û bi kêmî ve çar ji wan têda hatîne kuştin.

Ew yekemîn car e ku Pakîstan dibêjît armanca wê êrişa li devera eşîran ya Bajor li ser tixûbê Efxenîstanê endamên El Qaîdê û Taliban bûn.

Rêvebirê herêma Bajor îro di belavukekê da ragehand ku bi kêmî ve 12 serhilda bo danê şîvê gazî kiribûne wê deverê.

Ew dibêjît bi kêmî çar an pênc ji wan hatine kuştin, lê hevalên wan termên wan zû rakirin.

Wê belavukê her wesa mixwabinîya rêvebirî ji kuştina 18 kesên ji xelkê xwecihî jî îna ziman.

Destgehên nepenî yên Amerîkî li serê pêşîn gotibû belkû duwemîn rêberê el-Qayîdê Eyman El Zawahiri jî linav kuştîyan bît, lê paşê karbidestên Pakîstanî gotibû ew neçûye şîvê.

Li dû îddîayan ew mûşek ji firrokeke bêmirov ya CIA yê hatibû havêtin.

Serokwezîrê Pakîstanê Şewket Ezîz ew êriş mehkûm kir û got welatê wî kiryarên wesa ji welatên dî li ser erdê wê qebûl naket.

XS
SM
MD
LG