Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdistana Iraqê li benda encama ji Irdûnê ye


Karbidestên sexbêrîya saxlemîyê li bakura Îraqê dibêjin paş mirina kiçkeke 14-salî roja Sêşembî li Silêmanîyê, wan numune şandîne Irdûnê ka mirina wê bi vîrusa H5N1ê bû.

Karbidestan got ji lêkolînên pêşîn li nexweşxaneyeke Silêmanîyê dîyar e ku wê kiçkê ew vîrus venegirtîye, lê wan numuneyên jê şandîne Irdûnê bo pêtir ceribandinan.

Li dû gotina wan, ew kiç berî du heftîyan li bajêrokê Ranya bi wê nexweşîyê ketîye.

Karbidestên wê herêmê libin hûşdarîyê bûn paş ragehandina belavbûna nexweşîya teyrûtewalan li Tirkîyê û pê mirina mirovan li wî welatî.

XS
SM
MD
LG