Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran ji Amerîka daxwaza hatin û çûna hewayî dike


Rêxistina hatin û çûna hewayî ya sîvîl ya Îranê dibêje wan ji Amerîka xwestine ku piştî 25 salan ew dîsa dest bi firê bikin di navbera herdu welatan de.


Karbidestên wê rêxistinê dibêjin wan roja çarşemê ji karbidestên Amerîkî re nameyekê şandine.

Dibêjin serokê welatê wan Mahmud Ahmedînîjad ev biryar daye li ser daxwaza Îranîyên li Amerîka û Kanada dijîn. Ew daxwaz di dema kombûna Neteweyên Yekgirtî de li New Yorkê hatibû kirin.

Welatên Yekgirtîyên Amerîka tu bersivek yekser nedabû.

Hatin û çûna hewayî ya Îranî bo Amerîka ji sala 1979an, ji dema şoreşa Îslamî û virda ve hatibû qedexe kirin dema ku Washington têklatîyên xwe yên bi Tehranê re rawestandibû.

XS
SM
MD
LG