Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hamas di hilbijartina Filistînî de serkeft


Serokwezîrê Filistînî Ahmed Qureya karvekêşana xwe da piştî komela milîtanêt Hamas di hilbijartinêt parlamanî de roja çarşembî serkeftî.

Rêzdar Qureya dibêjît divê bijara xelkî rêz lê bête girtin û divê Hamas hikumeta bêt têk bînît.

Komela Hamas ku dibêjît wê zêdeyî 70 kursîyêt parlamanê wergirtîne ji giştîya 132 kursîyan, dê bizavê ket bo hevalbendîyeke sîyasî digel partîyêt dî.

Berî hingê karbidestêt hilbijartinê gotin Hamas pitir ji partîya Fettah deng wergirtîne.

Komela Hamas gelek hêrîşêt xwekuj dijî Îsraîlê kirîne û wek rêkxistîyeke terorîst tête nasîn ji alîyê Îsraîlê û Amerîka ve.

Serok Bush roja çarşembî got ew çi danûstendina digel Hamas de naket heke dest ji daxwaza xwe bernedet ku dibêjît dê Îsraîlê ji nav bet.

Belê Yekîtîya Ewropî got ew amade ne têklatîyê bikin bi hemu hikumetên Filistînî re yên ku piştgirê çareserîyên aşîtîyane bin li rojhilata navîn.

XS
SM
MD
LG