Balyozê Amerîka li Neteweyên Yekgirtî John Bolton dibêjît li demê têt karê serekî li pêşîya Cıvata Tenahîyê ya Neteweyên Yekgirtî xebata ji bo nehêlana belavbûna çekên komkuj e ku ew nekevine destê komelên terorîst. Birêz Boltonî di hevpeyvîneke taybetî li ser bernameya ‘‘Press Conference USA’’ ya Dengê Amerîka got, ‘‘Ez dibêjim belkû Civata Tenahîyê li meha Şuwatê li ser van babetan rûbirû ceribandineke giring bît derbarê bernameya navokî ya Îranê da ku em hîvîdar în ku Navenda Navneteweyî ya Hêzûtêhna Atomî dê wî babetî hewale bikete Cıvata Tenahîyê.
Ew dê ji Cıvata Tenahîyê ra bibîte ceribandineke mezin ka ew dê bikarît çareyekê ji wê kêşeya sebaret bernameya Îranê ra peyda biket û ez çaverê dikem ku ew mijar bahreke mezin ji demê me yê meha Şuwatê wergirît.’’ Birêz Bolton dibêjît heke Cıvata Tenahîyê ya 15-endamî dest bihavêjîte wê pirsa Îranê, ew dê serê pêşîn gazî bikete hikûmeta Tehranê ku guhdarîya wan biryarnameyên Navenda Navneteweyî ya Hêzûtêhna Atomî (I-A-E-A) biket. Balyozê Amerîkî dibêjît libin serokatîya wî Cıvata Tenahîyê dê digel wê navenda navneteweyî hevkarîyeke xurt biket.
GEFÊN ÎRANÊ
Lê ji bo bizaveke navneteweyî li dijî Îranê, li pêşîyê divêt Washington helwêsta Rusya û Çînê biguhorît – du endamên herdem yên Cıvata Tenahîyê ku peywendîyên nêzîk bi Îranê ra hene û li dijî cizakirina wî welatî ne. John Bolton dibêjît, ‘‘Ez bawer nakem ku çi garantî hene, lê divêt em Rusya û Çînê qan’i bikeyn ku bi giştî belavbuna çekên komkuj – û bi taybetî belavbûna çekên navokî û bizava Îranê bo bidestveînana teknolojîya mûşekên pêşkeftî -- gef e ji wan ra û her wesa ji bo welatên dî yên li herêma Îranê û bi giştî ji dinyayê ra. ’’ Îran jimareke gefan diket heke wê bişînine pêşîya Cıvata Tenahîyê ya Neteweyên Yekgirtî.
Dibêjît ew dê dest bi zaxkirina Uranyumê biket, êdî rê nadete zêrevanîya lêvekolên navneteweyî-- heta gefa rawestandina firotina petrolê diket. Balyozê Amerîka li Neteweyên Yekgirtî John Bolton gefên hikûmeta Tehranê wek pişkeke stratejîya wê dinirxînît. Ew pê ve çû û got, ‘‘Ez dibêjim Îranî hewil diden ku çavê me bitirsînin, me bitirsînin. Ew hewil diden xelk bawer biket ku ew amade ne ku xwe dîn biken, bizavên we biken. Em ji hindê natirsîn. Serokî rohn û zelal gotîye cihê qebûlê nîne ku Îran bibîte xwudana şîyana çekên navokî.’’
‘‘EM RÊ NADEYN’’
Balyoz Bolton çaverê ye ku Îran wan gefan bo demekî bidomînît: “Vêca Îranî dê li van çend heftîyên tên gefê biken, ew dê xîzî bihavêjine nav çavên me ku me şaş û kor biken, ew dê hewil biden we nîşan biden ku ew dê pêgirtinê bi biryar û daxwazên jê biken û ew danûstandinan dixwazin.
Lê ya ku ew dixwazin ew e ya ku ew eve nêzîkî 20 salane diken – ew bi pêy biryareke stratejîk diçin ku çekên navokî bidestve bînin û em rê nadeyne hindê.” Nûnerê Washingtonê li Neteweyên Yekgirtî ji bilî kêşeya sebaret xebata navokî ya Îranê van babetan wek mijarên dî yên rojeva Cıvata Tenahîyê dihêjmêrît: 18 bizavên aştîparêzîyê li seranserî dinyayê, rewşa ramalîna nijadî li devera Darfur ya Sudanê, hilbijartinên Filistînîyan û bizavên ji bo nehêlana hikmê Surîyê li Libnanê, û damezrandina demokrasîyê û hikûmeteke azad û serbixwe li Libnanê.
DERFETEKE NÛ YA GUHARTINAN
Û bêguman doza Amerîka ji bo guhartinên li Neteweyên Yekgirtî ku giriftar buye bi şermizarîyên dizî û nerêkîyan û pûçkirina dahatîyan. Birêz Bolton dibêjît, ‘‘Em bawer dikeyn ku li meha têt dê derfetek pêkbêt ji bo guhartinan gava ku Sekreterîya Giştî wê raporta ku kombûna bilind ya rêberên dinyayê par jê xwestî pêşkêş diket, wê gavê Amerîka û welatên dî dê şansê serrrastkirina hindek tevlihevîyan, ji holêrakirina hindek bernameyên kevin û bêwec hebît.’’ Lê John Bolton li benda kêşeyekê sebaret wê xebatê ye.
SEKRETERÊ NÛ
Ji alîyê dî ve, Neteweyên Yekgirtî li kesekî digerît ku li şûna Kofî Annanî bibîte Sekreterê Giştî. Birêz Bolton helwêsta Washingtonê şîrove kir: “Tevî wê hesta gelek welatan ku dor dora Asyayê ye, Amerîka çi caran bi wê dorûgera coxrafîk nebûye. Vêca em berê xwe dideyne her alîyê dinyayê yê çêdibît ku ew kes jê bêt. Em dê gelek pêrazî bîn heke kesekî Asyayî bête hilbijartin wek Sekreterê Giştî, lê em dê her wesa gelek pêrazîbîn heke kesekî dî bête hilbijartin.”
Lê Balyozê Amerîka li Neteweyên Yekgirtî John Bolton dibêjît qenc e ku rêvebirê nû yê Neteweyên Yekgirtî heta nîvîya îsal bête hilbijartin da ku ew bişêt xwe amade biket serê sala 2007ê şûna Kofî Annanî bigirît gava ku demê rêveberîya Birêz Annanî bidawî têt.