Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jîyan û dawîtirîn dengûbasêt Justin Timberlake


Endamê girupa N Sync û stran bêjê muzîka Pop Justin Timberlake li 31 vê mihê dê bîte 25 salî.

Wî pişikdarî di bernama telefzonî ya kenalê Disney bi navê Mickey Mouse Club dest bi jiyana xwe ya hûnerî kir bû.

Li Sala 1997, wî dest bi stran gotinê kir digel girupa wî ya N Sync. Elbuma wan ya êkê piştî salekê bi navê N Sync der îna û nêzîkî 10 milyon kopî jê firutin.

Li sala 2000 wan elbumeka dî bi navê No Strings Attached der îna. Stranên wek Bye, Bye, Bye, û Its Gonna Be Me, û This I Promise You têda bun, û nêzîkî 11 milyon kopî ji wê albumê jî firutin.

Li Sala 2001 wan elbuma bi navê Celebrity der îna.

Li sala 2002 Justinî elbumek der îna bi navê Justified û stranên wek Like I Love You û Cry Me A River têda bun. Hejî gutinê ye ku nuke Justin Timberlake yê karî li ser elbumeka nî diket ku we diyare ev sale bihête derînan.

Herwesa Justin dê pişikdariyê di hindek filma da ket, yêk ji wan filma filmê bi nave Edisone.

XS
SM
MD
LG