Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hamas dixwaze ku alîkarî bidomin


Endamêt Çar alîyêt liser kêşeya rojhilata naverast evro li London kom dibin di heman wext de Hamas ji welatêt ku bêşûbarebîya didin dixwazît da harîkarîya desthilata Filistînî bikin piştî ew komela milîtan di hilbijartinê de serkeftî.

Rêberê Hamas Îsmaîl Hanîye ev daxwaze evro kir di konferanseke rojnamevanî de li devera Xezze. Wî ji har çar alîyêt pişikdar ku Amerîka, Rusya, Yekîtîya Ewropî û Neteweyêt Yekgirtî ne xwest da pênasînê bi pêdivîya xelkê Filistînê bikin û harîkarîyê berdewam bikin.

Rêberê Hamas got, berdewam kirina piştevanîyê dê harîkarîya deverê ket berev tenahîyê, li şûna zêdebûna alozîyê û sengîyê.

Bi alîyekî dî va wezîra derve ya Amerîka Condoleezza Rice got Amerîka peywendîyê bi welatêt ku bêş û barebîya didin diket li ser ragirtina harîkarîya bo hikumeta birêberîya Hamas. Heta ku ev komela terorîst dijî zêdegavîya nerawestît û mafê hebûna Îsraîlê qebûl biket.

XS
SM
MD
LG