Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya, Fransa û Almanya jibo Îranê kombûn


Pêşvenêrêt Brîtanî, Fransî û Almanî ev ro li ser daxwaza Îranê li Brukselê kom dibin. Weya diyar e ku ev bizaveke dumahîyê ye bo çareser kirina kêşeya navokî digel Tehranê de.

Di kombûneke dî de li London, wezîrêt derveyêt pênc welatêt endamêt herdem di Civata Tenahîyê ya Neteweyêt Yekgirtî da digel Almanya liser kêşeya navokî ya Îranê axiftin.

Ev kombûne têne kirin berî kombûna berî wext ya Ajansa Hêza Atomî ya Navneteweyî roja Pêncşembî li Vienna. Renge kêşeya bernama navokîya Îranê bibine pêş Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yekgirtî.

Rusya û Çîn dixwazin ku ev kêşe bi rîyeke dîplomasîyê bête çareserkirin. Welatêt rojava jî daxwza kiryareke Neteweyêt Yekgirtî dikin û Tehranê xetabar dikin ku bi nepenîve bizavêt dike çekêt navokî çêbiket. Lê Îran mandel û haşa diket.

Roja Yekşembî peyivdarê wezareta derveyê Îranê got, heke kêşeya li ser bernameya navokî ya Îranî bibine pêş Civata Tenahîyê, dîsan her nayête çareserkirin.

XS
SM
MD
LG